FilistînNûçeRojhilatanavin

Nebûna derman û alavên pizişkiyê li nexweşxcaneyên Xezeyê

Bi zêdebûna birîndar û goriyên filsitînî yên beşdar li meşa mezin a Mafê Vegeriyanê li sînorên Zîvala Xezeyê, nexweşxaneyên Xezeyê tûşî kêmbûna dermanê û alav û amûrên pizişkî bûne.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Eşref Qudret berdevkê wezareta tendurustî û paqjiyê li Zîvala Xezeyê îro anku Şemiyê ragihand ku ev wezaretxane tûşî kêmbûna dermanê bûye ku ji 11 salan beriya niha va heta niha mijareka kêmdîtî ye. Ji ber ku sedî 50 yên derman, kelûpel û alav û amûrên pizişkî li nexweşxane û navendên dermankirinê bi dawî hatine.

Emîn Sehabanî serokê beşa babetên awarte anku Orjansa nexweşxaneyên Xezeyê got: Bi dorpêçkirina Xezeyê ji sala 2006an va heta niha nexweşxaneyên Xezeyê rastî kêmbûna derman û alavb û amûrên pizişkî bûne. Lê bi zêdebûna hejmara birîndaran li meşa mezin a Mafê Vegeriyanê li Zîvala Xezeyê kêmbûna derman û alavênb pizişkî gihîştiye asteka qeyranbar.

Li vî halî Munîr El Bereş serokê Rêvebiriya Dermanê ya Wezzreta Tendurustiyê ya Xezeyê ji tevahiyav sazî û rêxistinên navneteweyî û mirovdostane û Saizya Tendurustiya Cîhanê xwest ku alîkariyên pizişkî yên pêwîst dayne ber destê filsitîniyan.

Beriya viya jî Rêvebirê Ofîsa saziya Tendurustiya Cîhanî li Xezeyê got: Hejmara zêde ya birîndarên meşa mezin a Mafê Vegeriyanê ş nexweşên filsitînî divê ji bo dermankirinê bo nexweşxane û navendên pispor li derve bên şandin, lê tevî girêdayîbûna derbasgehan li Zîvala Xezeyê tiştekî visa ne pêkan e.

Heta niha ji ber êrîşa çekdarên siyonîst li ser beşdarên li Meşa Mezin a Mafê Vegeriyanê ku ji 30ê Adarê va bi boneya Roja Erdê li Zîvala Xezeyê dest pê bûye, 49 kes ji filsitîniyan şehîd bûne û zêde ji 6600 kes jî birîndar bûne ku rewşa hinek ji birîndaran xerab hatiye ragihandin.

Başa dön tuşu