ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêşnimêjê nimêja înîya Têhranê: Koka şêrr, meyla zorbêjîyê ya zilhêzan e

Xetîbê nimêja înîya Têhranê, meyla zorbêjîyê ya zilhêzan nemaze Amerîkayê wek koka şer û bêewlehîtîyê li cehanê zanî.

Ayetulah Mihemed Elî Muwehidî-Kêrmanî, pêşnimêjê nivêja înîyê ya Têhranê bi gotina vîya ku zilhêzên zorbêj dixwazin meseleya Filistînê ji bîr here, got: Têrorîst hasila piştgirîyên Amerîka û Ingilîsê ne ku li navçê cinayetan dikin.

Pêşnimêjê nivêja înîya Têhranê her wiha got: Zilhêzên zorbêj gêreyên sîyasî li welatên navçê veguherandine şerê navxweyî û durişma têkoşîna li hemberî têrorîsmê diqîrin ku eva, ji kokê va derew e.

Ayetulah Mihemed Elî Muwehidî-Kêrmanî got: Welatên rojavayî û di serî da Amerîka bi derhatên narewa yên nifta welatên navçê, komên têrorîst şandine Sûrîyê û hevgav durişma hevalbendîya têkoşîna li hemberî têrorîsmê diqîrin.

Ayetulah Mihemed Elî Muwehidî-Kêrmanî her wiha bal kişand ser hilêxistina mijara miaşên bêsînor ên hin rêvebiran li Îranê û got: Van kesana talankerî kirine ku hinek ji wan rêvebirên bank, sîgorte û şîrketên dewletê bûne.

Ayetulah Mihemed Elî Muwehidî-Kêrmanî, pêşnimêjê nivêja înîyê ya Têhranê her wiha got: Hinek fikir dikin ku beytulmal bêxwedî ye û çiqasî bikaribin jê hildin, jêhatîbûn e, li halekî ku şaş difikirin û beytulmal divê bizvire xezana dewletê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu