Necefî: Aliyên din ên rêketinnama navokî erkên xwe bibaşî cih naynin
Nunerê dayim ê Komara Îslamî ya Îranê li Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê bal kişand ser vê yekê ku cihanîna tam a berpirsiyariyên aliyên rêketinnama navokî meseleyeke bingehîn jibo vê hevhatinnameya navneteweyî ye û destnîşan kir: Emerîka tenê wextekê dikare behsa cihanîna rêketinnama navokî bike ku pêsipartên xwe cih bîne.
Riza Necefî, roja çarşemiyê li civîna demsalê ya konseya hukimdarên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê bal kişand ser dewama cihanîna berpirsiyariyên rêketinnama navokî ya Komara Îslamî ya Îranê ku jibo cara çendan ji aliyê ajansê ve hatiye piştrastkirin û destnîşan kir: Cihanîna berpirsiyariyên aliyên dine rêketinnama navokî tim meriv qayiîl nake.
Necefî bal kişand ser vê yekê ku Komara îslamî ya Îarnê bi hişyarî cihanîna berpirsiayriyên aliyên rêketinnama navokî hildikole û got : Welatên 5+1ê li cihanîna rêketinnama navokî bi nêta xêrê û di rewşa tam kêrhatî li gorî hurmeta dualî û xwe dûrkirina ji her cure kiryara ne li gor naverok, rih û armanca rêketinnama navokî ku cihanîna wê ya serketî lawaz bike ,berpirsiyeriyeke tam zelal hene.
Nunerê dayim ê Îranê li Ajansa Navneteweyî ay Enerjiya Atomê her wiha ser dijberiya tam a Îarnê li hember danîna lêzanînên veşartî li raporên ajansê û pêwîstiya parastina lêzanînên hanê îdiayên nunerê Rejîam siyonîstî li civîna konseya hukimdaran bersivand û destnîşan kir: Rejîma bi deh kumikên navokî, xebata veşartî û dervey padimanê jibo girtina pêşiya girêdana peymana rêketinnama navokî er karek kiriye û niha li bara rêketinnama navokî dilgiraniya wxe nîşan dide ku eva titeke pêkenî ye .
Riza Necefê got : Rejîma Îsraîlê nikare bi van cure îdiayana bernama çekên navokî û neqanûnî ku xetereke arstîn jibo aşitî û ewlehiay navçê û anvneteweyî ye binuxumîne.
Nunerê Rejîma Siyonîstî li civîna konseya hukimdarên Ajansa Navneteweyî îdiayên pûç ên vê rejîmê li dijî bernama biaşitî ya navokî ay Îranê dubare kir û fukara xwe li bara hevhatinnameya navneteweyî a navokî dabû xûyanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)