ÎranNûçeRojhilatanavin

Necefî: Behregirtina ji teknolojiya aşitîxwazaneye navokî heq û mafê hemû welatan e

Nûnerê hertimî yê Komara îslamî ya îranê li Ajansa navnetewî ya enirjiya atomî destnîşan kir: Welatên ku bi xwe bombên navokî hene, wan heq tune bêjin welatên cîhanê nikarin ji teknolojiya aşitîxwazaneye navokî istifade nekin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Riza Necefî nûnerê hertimî yê Komara îslamî ya îranê li Ajansa navnetewî ya enirjiya atomî li civîna duh çarşemê ya komîta destpêkê ya konferansa venêhrîna ser peymannama jiçekkirina navokî li Genevayê ragihand: Hemû welatên cîhanê heqê wan e ku ji teknolojiya navokî bona hedef û armancên aşitîxwazane istifade bikin û ev babeta ji naveroka NPT`yê ye.

Necefî nîgeraniya xwe li bara vê yekê ku hindek ji welatên ku bixwe wan çek û sîlahên navokî hene û ji ber hedef û armancên siyasî û bi serê xwe dibêjin bila welatên cîhanê ji teknolojiya navokî bona hedef û armancên aşitîxwazane istifade nekin daye diyarkirin û got: Herwisa ku li xala 4-an a NPT`yê hatiye istifadeya ji teknolojiya navokî bona hedef û armancên aşitîxwazane heqê hemû welatane û gere ku ev xala wisa şirove nebe ku pîşiya vê heqê rewa ji bo welatên cîhanê bê girtin.

Konferansa NPT`yê her 5 salan carekê bona lêkolîna ser pêşketina hedef û armancên NPT`yê birê dikeve.

Başa dön tuşu