Necefî: Berpirsyariya ewlehiya navokî bi destê welatên endame Ajansa navnetewî ya Enirjiya atomî ye
Riza Necefî nûnerê Îranê li Ajansa Navnetewî ya Enirjiya Navokî li Viyenayê li civîna duh duşemê ya Konseya Hukam , wekî serokê grûpa 77 li bara çawaniya qahîmkirina hevkariyên navnetewî li bara tîrêj û bermayên navokî û teranzîta navokî axivî.
Nûnerê Îranê li Ajansa Navnetewî ya Enirjiya Navokî li gotinênxwe bal kişande ser girîngiya ewlehiya navokî li pilanên aşitîxwazaneye welatên endame vê saziyê û destnîşan kir: Berpirsyariya ewilê li babeta ewlehiya navokî li destê welatên endame vê saziyê ye.
Wî ji alîkariyên ajansa navnetewî ya enirjiya atomî bona berfirehkirina pilanên navokî û jêravahiyên ewlehiya navokî qedrzanî kir û destnîşan kir: Grûpa 77 ajansê haydide ku alîkariya welatên endam bike ta ku zirûf û şarezatiya van welatan li babeta ewlehiya navokî berfirehtir bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)