Riza Necefî nûnerê Îranê li Ajansa Navnetewî ya Enirjiya Navokî li Viyenayê li civîna duh duşemê ya Konseya Hukam , wekî serokê grûpa 77 li bara çawaniya qahîmkirina hevkariyên navnetewî li bara tîrêj û bermayên navokî û teranzîta navokî axivî.
Nûnerê Îranê li Ajansa Navnetewî ya Enirjiya Navokî li gotinênxwe bal kişande ser girîngiya ewlehiya navokî li pilanên aşitîxwazaneye welatên endame vê saziyê û destnîşan kir: Berpirsyariya ewilê li babeta ewlehiya navokî li destê welatên endame vê saziyê ye.
Wî ji alîkariyên ajansa navnetewî ya enirjiya atomî bona berfirehkirina pilanên navokî û jêravahiyên ewlehiya navokî qedrzanî kir û destnîşan kir: Grûpa 77 ajansê haydide ku alîkariya welatên endam bike ta ku zirûf û şarezatiya van welatan li babeta ewlehiya navokî berfirehtir bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)