CîhanEwropaNûçe

Necîb Rezaq bi danîna wesîqeyê azad bû

Serokwezîrê berê yê Maliziyê rojekê piştî ku bi tawana gendeliya abûrî hatibû girtin, bi danîna wesîqeyê (dirav an belgeya ku li berdêla azadkirian demkî bo dadgehê tê raberkirin) azad bû.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê,. Necîb Tûn Rezaq serokwezîrê berê yê Maliziyê ku bi tawana gendeliya abûrî ji sandiqa dewletî ya Kompaniya pêşxistina Maliziya Yekgirtî (1MDB) hatibû girtin, îro Çarşemê li dadgeha bilind a Koalalampûrê hate mehkemekirin û paşê bi danîna wesîqeyê hate berdan.

Necîb Tûn Rezaq serokwezîrê berê yê Maliziyê ku 9 salan desthilat li vî welatî li destê wî bû, 2 mehan berî niha li dora 14-an a hilbijartina seranserî li Maliziyê li hemberî Mahatîr Muhemed ser neket.

Necîb Tûn Rezaq ku 65 salî ye, duh Sêşemê ji aliyê memûrên Komîsiyona xebata dijî gendeliya abûrî ya Maliziyê hate girtin.

Necîb Tûn Rezaq ewil serokwezîrê Maliziyê ye ku bi tawana gendeliya abûrî tê girtin.

Başa dön tuşu