Neh kes ji kirêgirtiyên Rejîma Siûdî li navça El-Cewfê li bakurê Yemenê ji aliyê nîşanbazên vî welatî ve hatin kuştin.
Li gorî rapora kanala televîayona El-Mesîrê, nîşangirên yemenî roja îniyê kirêgirtiyên hanê li bereyên Mareb û qereqola El-Selanê li navça Cewfê dan ber êrişan.
Hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê cihê kombûna eskerên siûdî û kirêgirtiyên wan li bilindahiyên Elîbê û navenda El-Şebekê li Ncrana Erebistanê dan ber êrişan.
Rojnama El-Yewmê jî li raporekê balefirên yemenî weke xetereke stratejîk bo ewlehiya neteweyî û aborî ya Erebistanê da zanîn û nivîsî:Ev balefir ne tenê gefek li hember palîngehên niftê yên Erebistanê ne, belkî gefeke rasterast li dijî canê kesayetiyên siûdî ne jî.
Balefirên bê firokevan ên artêşê û komîteyên elanî yên Yemenê, roja pêncşemiyê, meqerên fermandên ser bi dewleta îstifakirî ya Yemenê li parêzgeha Marebê li bakurê rojhilata parêzgeha Senayê dan ber êrişan.