ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna hefteya berevaniya pîroz li seranserî Îrana îslamî

Îro 22`ê Îlonê salvegera destpêbûna şerê sepandî yê heştsalî yê Rejîma Beisa Iraqê (Bi serkirdetiya dîktatorê îdambûyî yê Iraq, Sedam) dijî Komara Îslamî ya  Îranê û destpêbûna  Heftiya Parastina Pîroz e.

Artêşa Rejîma Beise Iraqê li 31 şehrîvera sala 1359 Koçberiya Tavî (22 Îlona 1980) bi vê xeyalê ku dikare li hefteyekê da Tehranê dagîr bike, êrişekî berfireh dijî gelê Îranê destpê kir û ji çek û sîlahên curbicur ên qedexe dijî xelkê Îranê istifade kir.

Hema ji wê salê heta niha ji roja destdirêjiya eskerên rejîma Beis a Iraqê ser axa Îranê bo hefteyek wekî “Hefteya Berevaniya Pîroz” tê naskirin û rê û resmên curbicur li seranserî Îranê bi rê dikevin û xelkê Îranê şehîdên xwe yên ku bona berevaniya ji axa welêt canê xwe fîda kirin , bi bîr tînin.

Rejîma Beise Iraqê bi serokatiya Sedam dîktatorê îdambûyî yê Iraqê hizr dikir ku dikare bi êrişa ser gelê Îranê , Înqilaba Îslamî ya Îranê ku inqilabekî nû bû jinav bibe, lê rudawên piştî şerê tehmîlî nîşan dan ku Sedam û alîgirên wî yanî welatên rojavayî qet gelê Îranê nas nekirine.

Li 8 sal berevaniya pîroz, eskerên Rejîma Beis a Iraqê li xizmeta hedef û armancên welatên biyanî û rojavayî bû û wan welatan jî her cure çek û sîlahek dane eskerên Beisî, lê ji ber mêrxasiya gelê Îranê, serê axirê jî rejîma Beise Iraqê rastî işkestê hat.

Deskevta dewrana “Berevaniya Pîroz” nîşan da ku tevî tengasî û zext û zorên zav ên aborî û malî gelê Îranê dikare bi palpiştiya Xwedê teala li hemberî zorbêjan bisekine û seketî bibe.

Başa dön tuşu