NûçeRojhilatanavinSûriye

Nerazîbûna dubare ya Şamê li hemberî destwerdana serbazî ya Tirkîyê li axa Sûrîyê

Dewleta Sûrîyê li nameyên cida jibo Konseya Ewlehîyê û NY xwest ku Tirkîye rêzê li serwerî û yekperçetîya axa Sûrîyê bigire.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Fermî ya Sûrîyê (SANA), Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê di van nameyan da li bara nifûza Tirkîyê li axa Sûrîyê, lêkirina dîwarên navbirr li erdên sûrîyan, birrîna bi sedan darên zeytûnê jibo vekirina rêya hereketa tankên artêşa Tirkîyê ş binpêkarîyên ku neyarên Enqere pişta wan digire, rapor û belge dane.

Li van nemayana hatîye: Berpirsên Tirkîyê vê dawîyê baregeheka serbazî li gundê Cetrayê li bakûra bajarokê Til Refetê ser bi parêzgeha Hlebê ava kirine ku cihê depokirina rext û sîlehan û bicihbûna efserên tirk û hêzên opêrasyona Mertala Firatê ye.

Li van nameyana hatîye: Dewleta Sûrîyê careka din ji Konseya Ewlehîyê dixwaze ku erka xwe ya parastina aştî û ewlehîya navnetewî û kutakirina binpêkarîyên Tirkîyê û neçarkirina vî welatî jibo cihanîna biryarnamên Konseya Ewlehîyê têkildarî têkoşîna li hemberî têrorîsmê û rêzgirtina li serwerî û yekperçetîya axa Sûrîyê bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu