FilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Nerazîbûna hêsîrên filistînî li hember şehadeta hêsîrekî filistînî

Hêsîrên filistînî ji bo protestokirina siyaseta sersariya pizîşkiyê ya Rejîma Siyonîstî û şehadeta hêsîrê filistînî sê rojan tazîdarî û gireva birçîbûnê ragihandin.

Li gorî nivîsîna malpera nûçan a Filistîn El-Yewmê, tevgera Hêsîrên Filistînê ragihand ku  hêsîrên filistînî jibo protestokirina şehadeta  Yasir  Zeyab Hemdûne, hêsîrê filsitînî li zindana Rîmon a Rejîma  Siyonîstî li encama sistiya  alîkariyên pizîşkî û dermanî sê rojan tazîdarî û gireva birçîbûnê ragihandin .

El-Şêx Xizir Ednan ji hîsrên filsitînî jî ku pêştir jibo protesokirina girtina  îdarî ya xwe zêde ji du mehan  ketibûn girevê li vê barê got ku  şehadeta vî hêsîrê filistînî divê bibe sedem  ku hemî jibo rizgarkirina hêsîrên filsitînî bikevin tevgerê.

Yasir Zeyab Hemdûne yê 40 salî xelkê Cenînê li bakurê Qiraxa Rojavayiya Çemê Urdinê ku jêre hewsa hetahetyê hatibû birînê sibeha roja yekşemiyê  ji ber sekna mejiyê şehîd bû.

Clûba karûbarên hêsîr û azadbûyiyên Filistînê duh ragihand ku hezar û 800 nexweş li zindanên  Rejîam Siyonîstî hene ku halê 120 kes  ji wan xirab e.

Clûba karûbarên hêsîr û azadbûyiyên Filistînê her wiha ragihand ku bêdengiya xelkê cîhanê li bara mesela hêsîrên filistînî beşdariya li cinayetên  Rejîma Siyonîstî  li ser leş û rihê van hêsîran e.

Li gorî amarên tevgera Hêsîrê Filistînê zêde ji heft hezar filsitînî li 22 zindan û girtîgehên Rejîma Siyonîstî di hepsê de ne ku heft kes ji wan zêde ji 30 salan zindanî ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu