Hêsîrên filistînî ji bo protestokirina siyaseta sersariya pizîşkiyê ya Rejîma Siyonîstî û şehadeta hêsîrê filistînî sê rojan tazîdarî û gireva birçîbûnê ragihandin.
Li gorî nivîsîna malpera nûçan a Filistîn El-Yewmê, tevgera Hêsîrên Filistînê ragihand ku hêsîrên filistînî jibo protestokirina şehadeta Yasir Zeyab Hemdûne, hêsîrê filsitînî li zindana Rîmon a Rejîma Siyonîstî li encama sistiya alîkariyên pizîşkî û dermanî sê rojan tazîdarî û gireva birçîbûnê ragihandin .
El-Şêx Xizir Ednan ji hîsrên filsitînî jî ku pêştir jibo protesokirina girtina îdarî ya xwe zêde ji du mehan ketibûn girevê li vê barê got ku şehadeta vî hêsîrê filistînî divê bibe sedem ku hemî jibo rizgarkirina hêsîrên filsitînî bikevin tevgerê.
Yasir Zeyab Hemdûne yê 40 salî xelkê Cenînê li bakurê Qiraxa Rojavayiya Çemê Urdinê ku jêre hewsa hetahetyê hatibû birînê sibeha roja yekşemiyê ji ber sekna mejiyê şehîd bû.
Clûba karûbarên hêsîr û azadbûyiyên Filistînê duh ragihand ku hezar û 800 nexweş li zindanên Rejîam Siyonîstî hene ku halê 120 kes ji wan xirab e.
Clûba karûbarên hêsîr û azadbûyiyên Filistînê her wiha ragihand ku bêdengiya xelkê cîhanê li bara mesela hêsîrên filistînî beşdariya li cinayetên Rejîma Siyonîstî li ser leş û rihê van hêsîran e.
Li gorî amarên tevgera Hêsîrê Filistînê zêde ji heft hezar filsitînî li 22 zindan û girtîgehên Rejîma Siyonîstî di hepsê de ne ku heft kes ji wan zêde ji 30 salan zindanî ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)