CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

General Mihemed Elî Caferî: Ger Amerîka sipaha pasdaran dixe lîsteya terorê wê demê divê baregehên xwe hetanî hezar kîlometroyî dûrî Îranê bigire

Fermandarê sipaha pasdarên Îranê General Mihemed Elî Caferî di axaftina xwe de ragihand ku eger Amerîka sipaha pasdaran dixe lîsteya terorê wê demê divê baregehên xwe hetanî hezar kîlometroyî dûrî Îranê bigire.

Fermandarê sipaha pasdarên Îranê General Muhammed Elî Caferî li bajarê Meşhedê di axaftina xwe de Amerîka hişyar kir û got: “Eger Amerîka li hemberî sipaha pasdaran dixe lîsteya terorê wê demê divê baregehên xwe hetanî hezar kîlometroyî dûrî Îranê bigire. Hêza moşek a Îranê ne cihê muzakereyan e. Îran teknolojiya xwe ya moşekan roj bi roj bi pêş dixe.”

Muhammed Elî Caferî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Moşekên ku li Dêra Zorê me avêtin rêxistina terorîst a DAIŞê digel ku ji dûrahî ve hatin avêtin jî hemû hedefên xwe îmha kirin. Ev moşek hê jî têne pêşxistin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu