Nerazîbûna iraqiyan li hember vekirina konsulxana Erebistanê li Besrayê
Gelê Besrayê li başûrê Iraqê roja yekşemiyê bona nerazîbûna li hember vekirina konsulxana Erebistanê li vî bajarî Xwenîşandan bi rê xistin.
Li gorî rapora Fars News`ê, xwenîşanderên Besrayê bi avêtina hin sloganan li dijî Erebistanê, daxwaza girêdana konsûlgeriya vî welatî li Besrayê kirin.
Moîn Salih El-Hesen, alîkarê waliyî Besrayê li karûbarên îdarî, nîva Sibata buhurî nûça vebûna konsûlegriya Erebistanê li vê parêzêgehê piştî derbasbûna 28 salan ser girêdana wê, raghandibû.
Peywendiyên navbera Erebistan û Iraqê ji par piştî sefera Adil Cubeyr wezîrê karên derve yê Erebistanê bo Bexdayê û seredana Heyder Ebadî serokwezîrê Iarqê ji Erebistanê derbasî qonaxeke nû bû û peywendiyên dualî piştî salan alozbûnê, baştir bûn.
Pêştir Samir El-Sibhan ku balyozê Erebistanê li Bexdayê bû ji ber mudaxila li karûbarên navxweyî yên Iarqê ji vî welatî hat derxistin. Çavkaniyên iraqî li bara hebûna hin belgeyan li bara peywendiya Samir El-Subhan tev koma terorîstî ya DAIŞê li Iraqê agahî dabûn.
Berdevkê hêzên Heşda Şebî yên Iraqê jî vê dawiyê teqez kir ku dewleta siûdî ibo derketina ji dorêça rewanî li navçê berê xwe daye Iraqê.