IraqNûçeRojhilatanavin

Nerazîbûna iraqiyan li hember vekirina konsulxana Erebistanê li Besrayê

Gelê Besrayê li başûrê Iraqê roja yekşemiyê bona nerazîbûna li hember vekirina konsulxana Erebistanê li vî bajarî Xwenîşandan bi rê xistin.

 Li gorî rapora Fars News`ê, xwenîşanderên Besrayê bi avêtina  hin sloganan li dijî Erebistanê, daxwaza girêdana  konsûlgeriya vî welatî li Besrayê kirin.

Moîn Salih El-Hesen, alîkarê waliyî Besrayê li karûbarên îdarî, nîva Sibata buhurî nûça vebûna  konsûlegriya Erebistanê li vê parêzêgehê piştî derbasbûna 28 salan ser girêdana wê, raghandibû.

Peywendiyên navbera Erebistan û Iraqê ji par piştî sefera Adil Cubeyr wezîrê karên  derve yê Erebistanê bo Bexdayê û seredana Heyder Ebadî serokwezîrê Iarqê ji Erebistanê derbasî qonaxeke  nû bû û peywendiyên  dualî piştî salan alozbûnê, baştir bûn.

Pêştir Samir El-Sibhan ku balyozê Erebistanê li Bexdayê bû ji ber mudaxila li karûbarên  navxweyî yên Iarqê ji vî welatî hat derxistin. Çavkaniyên iraqî li bara hebûna  hin belgeyan li bara  peywendiya  Samir El-Subhan tev koma  terorîstî ya DAIŞê li Iraqê agahî dabûn.

Berdevkê hêzên  Heşda Şebî yên Iraqê jî vê dawiyê teqez kir ku dewleta siûdî ibo derketina  ji dorêça rewanî li navçê berê xwe daye Iraqê.

Başa dön tuşu