ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Nerazîbûna partî û komên berxwedana Iraqê himberî kiryara Amerîkayê ya dijî Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî

Berpirs û nunerên partî û komên berxwedana islamî ya Iraqê çûn Konsolxana Îranê ya li Necefê û neyarîya xwe himberî kiryara Amerîkayê ya têrorîstzanîna Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ragihandin.

Berpirs û nunerên partî û komên berxwedana islamî ya Iraqê herwiha di daxûyanîyekê de pesna rol û xizmetên Sipaha Pasdarên Inqilabê di azadkirina şarên Iraqê de dan.

Dewleta Amerîkayê di 8`ê Nîsanê de di dewama kiryarên dijî Îranê û sîyaseta zexta ser hêzên ku bi têkoşîna dijî komên têrorîst, nehîştine Waşîngton di warê pêşdebirina armancên xwe li navçê de ser keve, navê Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî xist lîsteya sazîyên qaşo têrorîst a xwe.

Başa dön tuşu