Li bajarên Boston, Arîzona, Siyatel û Sen Xozê xwenîşandanên li dijî Trupm birêve diçin. Li gorî rapora IRIB newsê û ji zarê televîzyona CNN`ê, piştî serketina berbijarê Komarîxwazan li hilbijartinên Emerîkayê pêleke xwenîşandan û hêrsbûnê seranserî vî welatî girtiye ber xwe.
Niha li Niyoyork û Şîkagoyê xwenîşandaneke berfireh birêve diçe. Xwenîşanderên li Niyoyorkê ber bi birca Trump li Menhetên ve dimeşin.
Niha navbera 5 heya deh hezar kesî li navenda Menhetenê kom bûne û li dijî bijartina Trump wekî serokkomarê nû xwenîşandan birêxistine.Nerazîiyan hin sloganên mîna Donald Trup divê here û Donald Trump ne serokkomarê min e avêtin.
CNN`ê ragihand: Ji dema ragihandina berbijariya Donald Trump hin nerazîbûn li ber birca binavûdeng a wî dihat lidarxistin lê ev hejmara neraziyan bêmînak bû û bi curekê weke tevgera dagirkirina Trump dikare were hesabê.
Niha cimaeta ku li wir kom bûne naxwazin ku dev ji nerazîbûna xwe berdin.
Xwenîşandana li dijî Trump ku ji Niyoyork û Şîkagoyê va destpê bibû niha pekiyaye bajarên din ji wan Fîladelfiyayê jî.
Slogana jinavbirina gendeliyê li Waşengtonê serê axir bû sedema piştgiriya gel ji Trump û wer tê xûyanê Emerîka bi serhildana sipî û hişyariya gelanî rûbirû bûye yanê hemen gotinên ku me ji 37 salan berî niha ve kirine ku naba baweriya xwe li rayedarên emerîkî bînin. Niha gelê vî welatî jî van gotinan tînin zimên.
Li gorî lêpirsiya saziya Piyoyê sedî 79 ê gelê Emerîkayê baweriya xwe li rayedarên xwe naynin û li bara rola dirêv li sîstima hikûmetî ya vî welatî jî li gor lêpirsiya saziya Galopê sedî 75ê gel ser vê bawerê ne ku siyasetvan û sermayedaran li dijî gelê Emerîkayê destê xwe dane hev. (BANGÊ ÎSLÂMİ)