İslami Davet Kurdi Bange İslami

Nerazîbûnên li hember bijartina Trump

Li bajarên Boston, Arîzona, Siyatel û Sen Xozê xwenîşandanên li dijî Trupm birêve diçin. Li gorî rapora IRIB newsê û ji zarê televîzyona CNN`ê, piştî serketina berbijarê Komarîxwazan li hilbijartinên Emerîkayê pêleke xwenîşandan û hêrsbûnê seranserî vî welatî girtiye ber xwe.

 Niha li Niyoyork û Şîkagoyê xwenîşandaneke berfireh birêve diçe. Xwenîşanderên li Niyoyorkê ber bi birca Trump li Menhetên ve dimeşin.

Niha navbera 5 heya deh hezar kesî li navenda Menhetenê kom bûne û li dijî bijartina Trump wekî serokkomarê nû xwenîşandan birêxistine.Nerazîiyan hin sloganên mîna Donald Trup divê here û Donald Trump ne serokkomarê min e avêtin.

CNN`ê ragihand: Ji dema  ragihandina  berbijariya Donald Trump hin nerazîbûn li ber birca  binavûdeng a wî dihat lidarxistin lê ev hejmara  neraziyan  bêmînak bû û  bi curekê weke tevgera dagirkirina Trump dikare were hesabê.

Niha cimaeta ku li wir kom bûne naxwazin ku dev ji nerazîbûna xwe berdin.

Xwenîşandana  li dijî Trump ku ji Niyoyork û Şîkagoyê va destpê bibû niha  pekiyaye bajarên din ji wan Fîladelfiyayê jî.

Slogana  jinavbirina gendeliyê li Waşengtonê serê axir bû sedema piştgiriya gel ji Trump û wer tê xûyanê Emerîka bi serhildana  sipî û hişyariya  gelanî rûbirû bûye yanê hemen gotinên ku me ji 37 salan berî niha ve kirine ku naba baweriya xwe li rayedarên emerîkî bînin. Niha gelê vî welatî jî van gotinan tînin zimên.

Li gorî lêpirsiya  saziya  Piyoyê sedî 79 ê gelê Emerîkayê baweriya xwe li rayedarên xwe naynin û li bara  rola dirêv li sîstima hikûmetî ya vî welatî jî li gor  lêpirsiya  saziya Galopê sedî 75ê gel ser vê bawerê ne ku  siyasetvan û sermayedaran li dijî gelê Emerîkayê destê xwe dane hev. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version