EfrîqaEwropaNûçe

Nerazîbûnên li hemberî serketina Trump li hilbijartinên serokomarîya Amerîkayê li vî welatî

Demeke kin bi dû ragihandina encamên hilbijartinên serokomarîya Amerîkayê, li hin bajêrên vî welatî xwepêşandan li dijî Donald Trump hatin birêxistin.

Li eyaletên wek Pênsîlvanîya, Kalîfornîya, Waşîngton û Orgênê, bi sedan jin, ciwan, xwendekar û çîn û qatên din ên civakê bi xwepêşandanan nerazîbûna xwe nîşan dan. Nerazîyan bi durişman neyarîya xwe li hemberî planên nijadperestane, dijî koçberan û muhafizekarîyê yên Trump  nîşan dan. Wan herwiha nerazîbûna xwe li hemberî vîya ku Trump bi ferqeke zef kêm li hemberî Hîlarî Kilînton berbijara Dêmokiratan serkevtî bûye, nîşan dan. Hin kean heta behsa pêkanîna tevgera “ dagirkirina Trump“ bi mînakwergirtina ji tevgera dadxwazîyê ya “ dagirkirina Wall Strêt Jornalê“ kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu