CîhanEwropaNûçe

Nerazîtiya li hemberî kiryarên dijberên pergala dijî sermayedariyê li Parîsê

Zêde ji 10 hezar kes ji fransiyan wek nerazîtiya li hemberî kiryarên dijberên pergala dijî sermayedariyê, li kolanên Parîsa paytexta Fransayê derketin nav kolanan.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Neraziyan Yekşemiyê bi şev li hemberî kiryarên dijberên pergala dijî sermayedariyê ragihandin ku ewna li dijî daxwazan jibo alîkariya pirtir bo belengazên civaka Fransayê nînin, lê ji şer û pevçûnên ku ji ber nerazîtiyan pêk hatine, westiyane.

Hejmara beşdarên li meşa roja Yekşemiyê hema bêje duqatî hejmara kesên beşdar li xwenîşandana roja bihurî li Parîsê bû ku derdora çar hezar kes ji dijberên Êmanoêl Makron derketin nav kolanan.

Nerazîtiyên gelê bajarên cûrbicûr Fransayê ji wan Parîsê roja Şemiyê di heftiya yezdehem da hat domandin.

Xwenîşandana tevgera dijî sermiyandaran a Êlekzeran ji nîveka Mijdara 2018an bi nîşana nerazîtiya li hemberî zêdekirina bac û xeraca lis er artdûyê û siyasetên din ên aboriyê yên Êmanoêl Makron dest pê bû.

Nerazîyan di dewamê da daxwaza îstîfakirina Makronî kirin. Nerazîtiya gelê Fransayê tevî paşvekişiyana Makron ji bernameyên xwe yên Aborî bi taybet zêdekirina baca lis er sotemeniyê hema wisa didome.

Başa dön tuşu