CîhanNûçe

Nerazîtiyên dijî Trêmp li bajarên cûrbicûr ên Amerîkayê zêde dibe

Nerazîtiyên gelanî li dijî serokomarê bijartî yê Amerîkayê di çaremîn roja li pey hev da li bajarên cûrbicûr ên vî welatî hat domandin.

Gelê Amerîkayê roja şemiyê bi derketina nav kolanên New York, Lis Ancilis û Şîkagoyê nerazîtiya xwe li hemberî bijartina Donald Tramp wekî serokomarê vî welatî diyar kirin.

Xwenîşanderan ragihandin ku dil hene xwenîşandana xwe bidomînin.

Nerazî Trêmp ji bo serokomartiya neminasib dizanin û dibêjin ku ew kesekî nijadperest û dijî mafên jinan e.

Ji dema ragihandina encamên serokomartiya Amerîkayê di roja çarşemiyê da û serketina Trêmp, li bajarên cûrbicûr ên vî welatî xwenîşandan hatine birêxistin.

Hilbijartina serokomartiya Amerîkayê roja sêşemiyê, 8`ê Mijdara 2016`an hat lidarxistin ku di encamê da Donald Tramp ji Partiya Komarxwazan li hemberî Hîllarî Klîntona Dêmokrat bi ser ket. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu