CîhanNûçe

Di navbera FARC û hikûmeta Kolombiyayê de peymaneke nû hat îmzekirin

Hat ragihandin ku di navbera FARC (Hêza Çekdarên Şoreşger ên Kolombiyayê) û hikûmata Kolombiyayê de peymaneke nû ya aştiyê hat îmzekirin. Peymana aştiyê ku berê di navbera FARC û hikûmeta Kolombiyayê de hatibû îmzekirin di referandumê de bi sedî 50.24an hatibû redkirin.

Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan bi FARCê re peymaneke nû ya aştiyê bi FARCê re îmze kirine. Juan Manuel Santosê ku xelata Nobel a aştiyê wergirtibû ragihand ku li paytextê Kubayê li Havanayê peymaneke nû ya aştiyê bi FARCê re îmze kirine û got: “Ev peyman encama peymana Cartagenayê ye ku me dîsa ji çav derbas kir. Me di peymana nû de cih da pêşniyar û metirsiya kesên ku di referandumê gotin erê û na.”

Santos di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: “Berî ku em peymanê îlan bikin me bi Serokê Dewleta Kolombiyayê yê berê Andres Pastrana Arango û Alvaro Uribe Velez û Wezîrê Bazirganiya Derve Marta Lucia Ramirez de Rincon re hevdîtinek pêk anî û emê îro metnê peymanê ji van kesan re bişînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu