Mafên MirovanNûçe

Neraziyên japonî: Bila hêzên amerîkî ji Okînavayê derkevin

Piştî ku jineke japonî bi destê serbazekî berê yê amerîkî hat kuştinê, neraziyên japonî xwestin ku pêgeha leşkerî ya Amerîkayê bê girêdanê û leşkerên vî welatî ji Okînavayê derkevin.

Li gorî rapora malpera Mewsonjapanê, piştî girtina marînzekî berê yê amerîkî bi tawana kuştina jinekê li wilayeta Okînavayê, neraziyên hêrs li ber pêgeha hewayî ya Kadênayê li vê parêzgehê kom bûn û xwestin ku serbazên amerîkî tam derkevin.

Kesê tawanbar wek kesekî sivîl li vê pêgehê kar dikir. Cenazê vê jinikê li ciyê ku vî marînzê amerîkî ragihandibû, ji aliyê polîsan va hat peydakirin.

Wezîrê karên derve yê Japonê, sefîrê Amerîkayê li Tokiyoyê ban kir û nerazîbûna fermî ya welatê xwe di vî warî da ragihandê. Cinayetên serbazên amerîkî li grava Okînavayê, hertim pirsgirêkeke mezin li peywendiyên Tokiyo û Waşîngtonê bûne. Di çileya sala buhurî da jî eskerekî emerîkî bi vê tawanê ku li Okînavayê dest avêt tûrîsteke 40 salî ya japonî, hat girtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

 

Başa dön tuşu