EwropaÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Nêrîna Îranê li bara civîna Mûsilê li Parîsê

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê li bara civîna navneteweyiya Mûsilê li Parîsa paytexta Fransayê û amadebûna Îranê li vê civînê got: Welatên ku li van civînan beşdariyê dikin, divê zêdetir ji gotinan, sozên ku didin cih bînin.

Behram, Qasimî Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê berêvariya pêncşemiyê bal kişande ser birêxistina civîna navneteweyiya Mûsilê li Parîsê û got: “Elî Ahenî balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Fransayê wek nûnerê Komara Îslamî ya Îranê li vê civînê amad ebû û nêrînên Têhranê raber kirin“.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê her viha nirxandina xwe ji bandora van cûre civînan li çareserkirina qeyranên navçeyî  û cîhanî hilêxist û her viha got: Birêxistina van cûre civînên navneteweyî têkildarî mijar û meseleyên cûrbicûr ên cîhanî ji xwe karekî baş e.

Bweghram Qasimî Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Li vê civînê piraniya axêveran li ser parastina yekparçetiya axa Iraqê û hakimiyeta neteweyiya vî welatî her viha li ser pêwîstiya piştgiriya ji dewleta navendî ya Iraqê li şerê dijî têrorîstên tekfîrî pêgirî kirine.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: “Nûnerê Îranê li vê civînê bal kişande ser girîngiya têkoşîna bingehîn djî têrorîsmê û komên tekfîrî û destnîşan kir ku pêkanîna her cûre opêrasiyonê ji bo şerê dijî têrorîsmê li Iraqê divê bi îzn, hevrêtî, hevkarî û daxwaza dewleta navendî ya Iraqê be“.

Opêrasiyona rizgarkirina Mûsilê ji bin kontrola koma têrorîst a DAIŞ`ê ji roja duşemiyê, 17`ê Cotmeha 2016`an, va dest pê bûye.

Mûsila navenda parêzgeha Nêynewayê li bakûrê Iraqê di encama êrîşa nişkêvayî ya çeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê ên bin sîvana piştgiriya hinek ji welatên rojavayaî û hevpeymanên wan li navçeyê bi taybet Tirkiye û Eebistanê da di berbanga roja 10`ê Hezîrana 2014`an da hat dagirkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu