ErebîstanÎranMirovê HejaNûçeRojhilatanavinSeyyid Îmam Eli Xamaneî

Nêrîna rêberê giranqedir ê Inqilabê li bara karesata Minayê, pêwîst e ber û layên vê karesatê bên zelalkirinê

Hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê du rojan piştî peyama xwe ya bo misilmanên cehanê û hecîyên tewafkirên mala Xwedê, careka din pêgîrî kir ku şecereya rezîl û leinetbûyî ya binemala siûdî hêjatîya birêvebirina warên pîroz li Erebistanê tineye.

Hezretê ayetulah uzma Xaminêyî îro li hevdîtina tev malbatên şehîdên Mina û Mescid ul Heramê, bal kişand ser şehîdbûna 7 hezar kes ji zîyaretkirên mala Xwedê di encama bûyera Mênayê da û ev rexneya cidî hilêxist ku çima welat û dewletan li hemberî vê bûyera giran û xembar, bertek nîşan nedan? Wî bêdengîya dewletan û heta alimên dînî, çalakên sîyasî, rewşenbîr û bijareyên cehana islamê li hemberî şehîdbûna 7 hezar zîyaretkirên bêguneh, “ belaya mezin nav ometa islamî“ bi nav kir û got: Hestyarnebûna li hemberî meseleyên wek bûyera giran û diltezîn a Mênayê, belaya rastî li cehana islamê ye.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî, xwedûrgirtina hikimdarên siûdî heta ji lêborînxwestineke devkî asta herîjorîn a rezîlî û bêşermîya wan zanî û pêkutî kir: Heke enqesdîyek jî li vê bûyerê nebe, evqas bêtivdîrî û nehêjabûn jibo pergaleke hikimdar û sîyasî, sûc tê hesêb. Wî bêdengîya mirinbar a idiakirên mafên mirovsn hêla din a bûtera Minayê zanî û bal kişand ser haykûf û propaganda sazîyên idiakirê berevanîya ji mafên mirovan têkildarê cihanîna hikmên dadwerîyê li hin welatan û got: Bêdengîya tam  li hemberî qusûrîya hikûmetekê li warê cihanîna erkên xwe û candayîna 7 hezar mirovên bêguneh û mezlûm, nasnama derew a idiakirên cehanî yên mafên mirovan aşkira kir û kesên ku hêvîya xwe bi civat û sazîyên navnetewî va girêdane, divê ji vê rastîya tehl dersê wergirin.

Helwest û kiryarên rêjîma siûdî piştî bûyerên sala buhurî li Minayê û paşê helwesta sîyasî li hemberî meseleya hecê wekî kombûna berfire ya misilmanan bi armanca lawazkirina tifaqa ometa islamê zêdetir ji her demî hewcedarê hestyarî ûbaldarîya cehana islamê ye. Sersarîya li hemberî kiryarên rêjîma siûdî, nîşandayîna yêketîya misilmanan li kombûna berfire ya hecîyan li merasima hecê, lawaz kirîye û li gorî teybîra rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî, heke cehana islamê çareyeke bingehîn jibo rêvebirina her du warên pîroz û meseleya hecê neke, ometa islamê yê di pêşerojê da pêrgî pirsgirêkên mezintir bibe. Helwest û kiryarên rêjîma siûdî têkildarê meseleya hecê û herviha hevkarîya Rîyazê tev Waşîngtonê nîşan didin ku rêjîma siûdî li hemberî ometa islamê sekinîye û li welatên islamî yên wek Yemen, Sûrîye, Behrêyn û Iraqê xwîna misilmanan dirijîne. Sîyaseta Erebistanê mînaka berbiçav a vê rastîyê ye ku rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî got: Siûdîyên menfûr, komek li cehana islamê ne ku hinek bi hemdê xwe û hinek jî ne bi hemdê xwe mijûlê dijminatîya li hemberî misilmanan in. Cehana islamê divê li hemberî wan bisekine û dûrbûn ûbêzrayîa xwe ji erbabêb siûdîyan anku Amerîka û Ingilîsê ragihînin.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu