ÎranNûçeRojhilatanavin

Nêrîna rêberê qedirgiran ê cîhana Îslâmi li bara hegerên kîn û dijminatîya zorbêjan li hemberî Îranê

Hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê qedirgiran ê cîhana Îslâmi vê sibê li hevdîtina tev serok û endamên Meclisa Xibreyan(Meclisa Şarezayên Rêvebirîyê), tevî pêkutîya li ser pêwîstîya balkişandina zêdetir a berpirsan ser mijara girîng a aborîya ser bingeha berxwedanê, berûlayên curbicur ên dijminatîya serdestîxwazên dinyayê li hemberî nizama islamî rave kirin.

Rêberê qedirgiran ê cîhana Îslâmi bal kişand ser kîn û dijminatîya bereya zorbêjên cehanî li hemberî Îranê û got: Êrişa berfire lê bêdeng di warê çandê da ji mêhwerên sereke yên plankarî û opêrasyonê yên bereya dijmin e ku bi armanca nêvêhîkirina gel li bara nizama islamî û dûrxistina vê palpiştîya bingehîn ji berpirsan li warê sekinîna li hemberî dijmin tê şopandinê.

Hezretê ayetulah Xaminêyî, nifûz û bandora kûr û berfire ya Komara Islamîya Îranê li dinyayê û nemaze li rojavaya Asîyayê ji pêşketinên herî girîng ên 40 salên vê dawîyê zanî û got: Nifûz û bandora roj bi rojê zêde dibe ya Îranê û alîgirîya gelan ji nizama islamî palpişta qahîm a me ye û vê rastîyê amerîkî hêrs kirine û analîzorên wan neçar kirine ku çareyekê jibo sekinîna li hemberî nifûza ber bi berfirebûnê ya Îranê bikin. Wî herwiha rexnegirtina giran a vê dawîyê ya Amerîkayê ji hilbijartinên Îranê pêkenî zanî û got: Amerîkîyan ku hevkarîyeke dostane ligel rêjîmên herî rezîl û dijî mirovan ên navçê hene û ev rezalet û riswatîya mezin li hilbijartinên xwe yên vê dawîyê birê xistin, ser vî halê xwe rabûne ji hilbijartinên gelê Îranê rexneyan digirin.

Gotinên îro yên hezretê ayetulah Xaminêyî balkişandina ser wan rastîyên girîng in ku li warên sîyasî, aborî û civakî û nirxandina sedema kîn û dijminatîyên Amerîkayê li hemberî Îranê divê hertim bibin pîvana nirxandin û kifşkirina istiratêjîyên sekinîna li hemberî sîyasetên Amerîkayê. Tu şikek tineye ku derbasbûna ji van gefana hewcedarê parastin û dewama morala inqilabî, hereketa cehadî û parastina rûmet û pênaseya netewî û islamî ye. Wisan ku rêberê qedirgiran ê cîhana Îslâmi got, tevî êrişa berdewam a hemî zilhêzan û impiratorîya mêdyayî ya sîyonîstan, gelê Îranê piştî inqilabê di hemî wan da li pêş ketîye. Lê eva bi vê wateyê nine ku mirov ji van komployan xafil bibe. Ji ber ku sîyaseta dijminatîya Amerîkayê li hemberî Îranê neguherîye. Amerîkayê bi salan idia dikir ku bernama navokî ya Îranê gefek e û hela jî nêrîna Waşîngtonê di vî warî da neguherîye. Bi gotineke din rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê jî nekarî vê pêvajoyê rawestîne. Zext û zorên Amerîkayê û hevgirtîyên wî yên navçeyî dema şerê sepandî da, boykot û dorpêça aborîyê û hewldana jibo bêhêvîkirina gel têkildarî serêxwegirtina armancên inqilabê û kêmrengkirina pişkdarîya gel li hilbijartinan ji wan rêbazan in ku Amerîkayê li dijî Îranê bikar anîne.

Istiratêjîya sereke ya Amerîkayê di vî warî da, sistkirina isûl û bingehên fikrî yên nizama Komara Islamî ya Îranê ye. Ji hêla aborîyê va jî divê bê gotin, tevî ku rewşeke nû bi dû cihanîna rêketinama navokî pêk hatîye û gellek desteyên ewropî û rojavayî serdana Îranê dikin lê, heta bidestxistina encamên razîker, navbereke berfire heye. Wisa ku rêberê qedirgiran ê cîhana Îslâmi got, niha hin rayedarên welatên rojavayî serdana Îranê dikin lê, hevdîtinên hanê heta niha encameke erênî tinebûne û divê li meydanê û piratîkê kifş bibe ku seredanên hanê çi bandor û encamek hene. Li gorî vîya ku bawerî li Amerîkayê nayê kirinê, ihtimala dubarebûna zextên welatên rojavayî li ser Îranê bi hecetên din dûr nine.

Gotinên îro yên rêberê qedirgiran ê cîhana Îslâmi li hevdîtina ligel serok û endamên Meclisa Şarezayên Rêvebirîyê vê rastîyê bibîr dixin ku tenha rêya sekinîna li hemberî vê istiratêjîya bitalûke, naskirina pênaseya armancên dijminên inqilabê ye. Wisa ku rêberê qedirgiran ê inqilabê got, sekinîna xurt, êrişkerane û anegorî mentiqê, rêya bingehîn a pûçkirina komplo û pîlanên bereya zorbêjan e û divê di hemî waran da ji wan mafên mirov, têrorîsm û cinayetên cengê sekinîna li hemberî welatên rojavayî, bi şiklê êrişkerane be. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu