Sêkrêtêrê giştî yê Hizbulaha Libnanê wek berteka li hemberî bûyerên çend rojên vê dawîyê li Îranê got ku hivîyên Donald Trump serokomarê Amerîkayê, rayedarên Erebistanê û Benyamîn Natanyaho serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst têkildarî Îranê pûç derketin.
Seyîd Hesen Nesrulah li hevpeyvîna digel kanala Al Mayadeen`ê got ku kiryarên dijî Îranê yên Amerîkayê û hevgirtîyên wê ji ber piştgirîya Komara Islamî ya Îranê ji Hêzên Berxwedanê û meslea Filistînê ye.
Sêkrêtêrê giştî yê Hizbulaha Libnanê bi pêgirîya ser vê yekê ku gelê Îranê bawerî li berxwedanê heye got ku miletê Îranê heta niha bi caran pîlanên Amerîkayê û hevgirtîyên wê pûç derxistine.
Seyîd Hesen Nesrulah li pişkeke axavtina xwe jî pêgirî li ser teslîmnebûna gelê Filistînê kir û got ku Hêzên Berxwedanê her derfeta bi dest bixin dê ji bo alîkarîya Berxwedana Filistînê bi kar bînin.
Seyîd Hesen Nesrulah li dawîyê got: Amerîka, Rêjîma Sîyonîst û rêjîma Siûdî bi dû kaşkirina deverê ber bi şêrr in lê Mêhwera Berxwedanê amade ye ku li hemberî wan bisekine.