ÎranNûçeRojhilatanavin

Nesrullah: Îran piştgirê sereke yê berxwedana islamî ye

Sêkrêtêrê giştî yê Hizbullaha Libnanê dibêje ku Komara Islamî ya Îranê pişta tevgera berxwedana islamî digire û dê piştgirê sereke yê berxwedanê bimîne.

Seyd Hesen Nesrullah roja îniyê, 6`ê Gulanan 2016`an, bal kişande ser viya ku planeke cîhanî ji bo têkbirina berxwedana islamî heye û got: Ji ber ku Sûriye mêhwera sereke ya piştgiriya ji vê berxwedanê bû, bûye qada cihanîna vê planê.

Sêkrêtêrê giştî yê Hizbullaha Libnanê bal kişande ser êrîşên vê dawiyê yên Israîlê li ser zîvala Xezeyê û tevî şermezarkirina van êrîşan, got: Kesên ku dagîrkeriyê napejirînin, dikevuin ber êrîşa siyonîstan.

Rêjîma Israîlê roja îniyê ji bo sêyemîn roja li pey hev zîvala Xezeyê da ber êrîşên xwe. Artêşa Israîlê bi daxuyaniyekê idia kir ku firoke, topxane û tankên artêşê, navendên HAMAS`ê li zîvala Xezeyê dane ber êrîşên xwe.

Israîl idia dike ku ev êrîşana bi nîşana tolhildana ji êrîşên şervanên filistînî li ser erdên dagîrbûyî pêk hatine.

Seyd Hesen Nesrullah li beşeke din a gotinên xwe da got ku Erebistana Siûdî bi têrorîstzanîna tevgera berxwedana Hizbullahê pêşengê şerê li dijî berxwedana islamî ye.

Wî got: Erebistana Siûdî peywendiya xwe ya dostane ligel rêjîma Israîlê daniye ber çavan û dijminatiya ligel Îranê jî didomîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu