CîhanLubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Nesrullah: Şerê li hember DAIŞ`ê heya jinavçûyîna tam a wê dê bidome

seyd Hesen Nesrullah, sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê, bi munasibeta   derbasbûna  hefteyekê ser şehadeta  Elî Hadî El-Aşiq û Muhemed Hesen Nasiredîn, axift.

Li vê axiftinê wî diyar kir: Li merasima îro li Belede El-Eynê, ez du malbatên  Elî El-Aşiq û Muhemed Nasiredîn dikim berdengê xwe û  şehadeta ewlad û ezîzên wan ku li heyamê şehadeta Îmam Huseyn tevlî wî bûn, pîroz dikim.

Seyd Hesen Nesrullah, sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê her wiha got: Li berxwedanê bi dehan  şehîdên ciwan hene ku tenê kurê malbatê bûn û her wiha  jî hejmareke zêde hene ku di bereyan  de ne û li şerê li hember Îsraîlê bi dehan  kes ji wan şehîd ketine û niha  jî li rawestana  li hember terorîzma tekfîrî jî ev pêvajoya didome  û eva serweteke însanî ye ku Lubnan sûdê jê dibe.

Wî her wiha got: Di berxwedanê de em qebûl nakin ku  ciwanekî ku tenê kurê malbatê ye, bêyî îzna  dê û bavê xwe here bereyên cengê, divê îzna  dê û bavê wî jî hebe û piranî îzna dayîkan  dijwartir e lê midehekê êdî me  îzn ji dê û bavan nestand lê  me dît ku  dê û bavên wan hatine  meqerên  partiyê û me daxwaza   dayîna îzna  şandina  kurên wan  jibo nava  bereyên cengê  dikir .

seyd Hesen Nesrullah, sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê got: Li pêşerojê hûnê bibhîzin ku Hizbullahê ciwanên hanê bi zorê dişandine  bereyeên cengê lê dê û bav û birayrên  van şehîdan , sirra  qaweta me ne.

Sekreterê giştî yê Hizbullahê her wiha got: Şehîd  Elî Aşiq yek ji fermandeyên  serketina  ewil li sala 2000 an û yek ji fermandeyên  serketina  azadkirina dudiyan bû . Ger îro li El-Beqayê û gundên  Bebekê ewlehî û aramî heye ji ber fermandeyên  mîna  Hecî Ebas û şehîdên  mîna  Muhemed Nasiredîn bûye.

Wî her wiha got : Ev axwîna şehîdan  eku  serketinan pêk tîne û dibe sedema serketian li pêşerojê,  Kesên hanê li El-Badiyê li Sûriyê ku bi qasî dehan  hezar km a  berfireh e, hatin şehîdkirin  ku ev navçeya  Dêarzor û Meyadînê û Bûkemal û sînorên  Sûriyê û Iraqê jî diger ber xwe. Tu çarayek xêznî pevçûnê li vê meydanê tinebûye û divê em hema wisa li vê meydanê bimînin ji  ber ku  şerê li hember DAIŞê heya  dema  ku tam ji nav  neçe divê bidome.

Wî her wiha got: Di vê qonaxê ed , DAIşê ji gundan û bajarên zav  derketine. lê hin kes bawer in ku dewama  şopandian DAIŞê heya sînorên  Sûriyê û Iraqê divê were rawestandin lê rawestandina  vê meselê tê vê wateyê ku  dê DAIŞê cardinê êrişê bike ji ber ku DAIŞê tu armanceke din tine û tenê karê vê komê kuştin û teror û kavilkirin e. Ger hewldanên  vê adwiyê yên artêşa Sûriyê û  têkoşerên  berxwedanê neba,  renge şêr pêvajoyeke din  bidomanda.

seyd Hesen Nesrullah, sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê her wiah got: Hin kes hene ku  li dû girtian pêşiay şerê li hember DAIŞê ne û lê digerin ku  vî şerê paşde bixin û eva emerîkî ne ku vê meselê dişopînin (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu