CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Nêtanyahû bo siyaseta Ewropayê hêrsbû

Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst Duşemiyê bi şev tevî diyarkirina mixabiniya xwe ji gotinên Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê li bara Pêngavên îranê yên di warê Peymana Atomî da, got: Israîlê çaverêtî heye ku Yekîtiya Ewropayê zextê bîne ser Îrtanê.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Bênyamîn Nêtanyahû, Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst tevî nîşandana nerazîtiya xwe ji gotinên berêvariya Duşemiyê ya Fêdêrîka Mogirînî, Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê piştî civîna wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewropayê li bara Pêngavên Îranê yên di warê Peymana Atomî da, got: Ewropa divê li bara çalakiyên atomî yên Îranê bi awayekî dijwar tevbigere.

Di rewşekê da ku Rêjîma Siyonîst xwedana navend û çekên atomî yên ranegihandî ye û vê rêjîmê heta peymana qedexetiya berfirehkirina çekên atiomî wajo nekiriye, Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst her wiha got: Li gorî sersariya ewropiyan, Israîlê dê bi hevkariya Amerîkayê her karê ku jibo pêşîlêgirtina li bernameya atomî ya Îranê lzim be, dê pêk bîne.

Mogirînî, Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê roja Duşemiyê di civîneke digel nûçegihanan da got ku aliyên mayî di Peymana Atomî ya digel Îranê da kêmkirina sozan ji aliyê Îranê va wek “Binpêkirina bingehîn a Peymana Atomî” nizanin û tu ji yek ji van aliyan dil tunene ku mêkanîsma çareserkirina kêşeya di vê lihevkirinê da çalak bikin.

Başa dön tuşu