CîhanFilistînNûçeRojhilatanavin

Nêtanyahû: Em nakevin ber bandora daxûyaniya welatên Îslamî

Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Îsraîlê roja çarşemiyê diyar kir: Daxûyaniya welatên Îslamî ku têde hatiey xwestin Quds weke paytexta Filistînê bifermî were naskirin, nikare bandorê li ser wî û îsraîliyan bike.

 Li gorî rapora IRIB Newsê, 48 welatên endamê Rêxistina Hevkariya  Îslamî roja  çarşemiyê li dawiya  civîna  awarte ya rayeadrên  vê rêxistinê li Stembola Tirkiyê wek berteka  li hember kiryara  serokkomarê Emerîkayê derheq  nasandina  Beyt Ul-Muqedesê wek paytexta  Rejîma Siyonîstî raghandin ku civaka cîhanî jî divê Qudsa  rojhilat wek paytexta  dagirbûyî ya dewleta Filistînê bi fermî nas bike.

Li daxûyaniya  civîna  awarte ya Rêxistina  Hevkariya Îslamî hatiye: Ger Konseya Ewlehiyê ya NY li bara biryara  Donald Trump li bara Qudsê karekî neke,  Emê vê dosiyê bişînin  civaka giştî ya  vê rêxistinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu