Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Îsraîlê roja çarşemiyê diyar kir: Daxûyaniya welatên Îslamî ku têde hatiey xwestin Quds weke paytexta Filistînê bifermî were naskirin, nikare bandorê li ser wî û îsraîliyan bike.
Li gorî rapora IRIB Newsê, 48 welatên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî roja çarşemiyê li dawiya civîna awarte ya rayeadrên vê rêxistinê li Stembola Tirkiyê wek berteka li hember kiryara serokkomarê Emerîkayê derheq nasandina Beyt Ul-Muqedesê wek paytexta Rejîma Siyonîstî raghandin ku civaka cîhanî jî divê Qudsa rojhilat wek paytexta dagirbûyî ya dewleta Filistînê bi fermî nas bike.
Li daxûyaniya civîna awarte ya Rêxistina Hevkariya Îslamî hatiye: Ger Konseya Ewlehiyê ya NY li bara biryara Donald Trump li bara Qudsê karekî neke, Emê vê dosiyê bişînin civaka giştî ya vê rêxistinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)