İslami Davet Kurdi Bange İslami

Netanyahû: Êrîşa hewayî li ser firokexaneya navneteweyî ya Şamê em digrin ustiyê xwe

Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst ragihand: Israîl berpirsiyariya êrîşa hewayî li ser firokexaneya navneteweyî ya Şamê digire ustiyê xwe.

Li gorî rapora IRNAyê, Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst, Bênyamîn Nêtanyahû roja Yekşemiyê ragihand: Hêza hewayî ya Israîlê Îniyê bi şev çend armanc li fiorokexaneya navneteweyî ya Şamê dane ber êrîşê.

Nêtanyahû îdia kir ku heta niha bi sedan carî êrîşî ser baregehên Hizbullah û armancin din li nav axa Sûriyê kiriye.

Beriya vê yekê, Gadî Ayzênkot (Gadi Eizenkot) Serokê Erkantiya hevpar a Artêşa Israîlê jî li hevpeyivînekê digel New York Timesê îtiraf kiribû ku artêşa vê rêjîmê berdewam êrîşî ser Sûriyê kiriye.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê (SANA News) berbanga Şemiyê ragihand: Firokexaneya navneteweyî ya Şamê ketiye ber êrîşa çend mûşekên firokeyên şêrr ên Rêjîma Siyonîst.

SANA Newsê her wiha ragihand: Pedafenda hewayî ya artêşa Sûriyê pirraniya mûşekên kewkîkirî ji aliyê firokeyên şêrr ên Rêjîma Siyonîst şopandine û ji nav birine û li vê êrîşê tenê ziyan gihîştiye sûleyekê.

Israîlê beriya vê jî bi destdirêjiya ser qada hewayî ya Libnanê ji bo piştgirîya ji têrorîstên Sûriyê, baregehên artêşê û binavahiyên vî welatî dane ber êrîşê.

Exit mobile version