Nêtanyahû: “Ger bêtifaqî werin domandin, dê hilbijartinên zûdem werin lidarxistin”
Serokwezîrê Rejîma Siyonîstî cardinê li bara hitmala lidarxistina hilbijartinên zûdem ên parlemanî agahî da.
Li gorî ragihandina navenda raghandinê ya Filistînê, piştî dewama pirsgirêka navbera partiyan hevalbendiya kabîna Îsraîlê li bara qanûna mifaiyeta Herîdîm an (cihûyên tundrê) ji xizmeta eskeriyê, Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî got: “Ger bêtifaqî werin domandin, dê hilbijartinên zûdem werin lidarxistin”.
Partiyên tundrê yên Rejîma Siyonîstî daxwaza îstisnabûna cihûyên tundrê ji xizmeta eskerîyê dikin ku bikaribin dest bi hîndekarî û hînbûna fêrkariyên toratî û têgihên olî bikin.
Zêdebûna gelheya cihûyên ortodoks (Harêdim) pêka îsraîliyên din ên rûniştiyê erdên dagirbûyî ji pirsgirêkên Îsraîlê li warê nifûsê ye.