ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Rêberê Înqilaba Îslamî: Êrişa ser Sûriyê cinayet e, bi yeqîn Amerîka her wek berê bi şikestê re rûbirû bibe

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê, êrişa vê sibê ya Amerîka, Brîtanya û Fransayê ser Sûriyê wek cinayet da zanîn û dew û doza wan derheq dijberiya li hemberî çekên kîmyawî derew hesiband û got: Komara Îslamî ya Îranê her wek berê li kêleka berxwedanê ye û Amerîka jî bi yeqîn li navçê nagihêje hedefên xwe û li vir têkdiçe.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê Hz. ayetullah uzma Xamineyî vê sibê li hevdîtina rayedarên welêt û sefîrên welatên îslamî û hin çînûqatên gel, serokomarên Amerîka û Fransayê û serokwezîra Brîtanyayê wek cinayetkar dan zanîn û got: Amerîkî herwek qedera Iraq û Efxanistanê ji van cinayetên xwe li Sûriyê ti sûdekê wernagirin.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê kar û kiryarên rayedarên Amerîka û hin welatên rojavayê ji ber hedefên wan ên kolonyalîstî û kedxwariyê û ji ber dîktatoriya wan a navneteweyî da zanîn û got: Helbet dîktator li ti dereke cîhanê nagihêjin armancên xwe û bi yeqîn Amerîka jî li armancên xwe yên derheq navçê nagihêje hedefa xwe û bi şikestê re rûbirû dibe.

Hz. ayetullah uzma Xamineyî desnîşan kir: Hedefa Amerîkayê bi tenê Sûriye, Iraq û Efxanistan nîne, ew lê digerin derbe û ziyanê li umeta îslamî xin, vêca dewletên îslamî divê ku nekevin bin bandora Amerîka û hin welatên destdirêjkar ên rojavayê û ji wan re xizmetê nekin.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê anî ziman: Hegera hebûna Îranê li Sûriyê û li rojavayê Asyayê, ji bo alîkarîkirina bo Berxwedanê ye ku li ber zilm û zorê pêk hatiye û Bereya Berxwedanê bi saya alîkariyên ku jê re hatine kirin û bi saya mêrxasî û egîdiya hêzên sûrî karî li hemberî terorîstên ku Amerîka û welatên rojavayê û kêrêgirtiyên wan ên wek Rejîma Siûdî alîkariya wan dikin, serbikeve û wan tûk bide.

Hz. ayetullah uzma Xamineyî desnîşan kir li kû derê mezlûmek hebe ku jê re alîkarî pêwîst bibe, Komara Îslamî ya Îranê li wir e, felsefeya îsrarkirina Komara Îslamî ser piştgiriya ji mesela Filistînê jî di vê çarçovê de tê nirxandinê û li dewamê de got: Netewê Filistînê bi saya Rawestan û Berxwedanê niha bûye netewekî bi hêz û bê şik filistînî wê li hemberî siyonîstan serkevin û wê erdê Filistînê ji netewê wê bi xwe bimîne.

Başa dön tuşu