FilistînNûçeRojhilatanavin

Netanyahû Wezareta Cengê ya Rêjîma Sîyonîst girt destê xwe

Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst şeva buhurî di çarçova hewildana ji bo derbasbûna ji qeyrana hilweşîna kabîna vê rêjîmê ragihand ku piştî istêfaya Wezîrê Cengê yê Rêjîma Sîyonîst, wî ev posta girtîye destê xwe.

Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst Bênyamîn Netanyahû piştî civîna digel partîyên pişkdarê kabîna hevalbendîyê ya vê rêjîmê bi ragihandina vê nûçeyê dîyar kir ku ji şirîkên xwe li kabîna hevalbendîyê xwestîye ku kabînê têk nebin.

Di vî halî da Wezîrê Darayîyê yê Rêjîma Sîyonîst Moshe Kahlon şeva çûyî ragihand ku civîna Netanyahû digel partîyên pişkdarê kabîna hevalbendîyê bêyî bidestxistina encameke zelal bi dawî bûye.

Heke Netanyahû nekaribe partîyên kabîna hevalbendîyê ji bo tijîkirina dewsa wezîrê wêdeçûyî han bide, Rêjîma Sîyonîst divê hilbijartinên zûdem li dar bixe.

Bi dû işkesta Rêjîma Sîyonîst di êrişa vê dawîyê ser Zîvala Gezzê da û ragihandina agirbesê di navbera her du alîyan da ku bû sedema wêdeçûna Wezîrê Cengê Avigdor Lieberman, kabîna Netanyahû li ber hilweşînê ye. Lieberman di nameya wêdeçûna xwe da xwestibû ku hilbijartinên pêşwext bên lidarxistinê.

Başa dön tuşu