ÎranNûçeRojhilatanavin

Netewê Îranê ti caran ji bo çareseriya pirsgirêkên aborî naçin aliyê dijminan

Fermandeyê giştî yê Hêzên Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê serdar serleşker pasdar Husên Selamî duh li merasimekê li Tehranê got: Dijmin dixebitin pirsgirêkên zav yên wek fitne û serhildan û aloziyê ji Îrana Îslamî re çê ke , lê netewê mezin ê Îranê bi agahiya tam gişt pîlanên wan ên qirêj bê encam dikin.

Fermandeyê giştî yê Hêzên Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê herwiha got: Xelk baş dizanin ku dijmin dixwazin gel xwe li ber wan bitewîne, dijmin dixwazin Îranê paş bêxin, belengazî û nedariya gelêrî çêkin û Îrana Îslamî bê ewleh bikin û ji bo viya her karekî dikin.

Selamî herwiha got: Zextên herî zêde yên dijminan dibe sedema rawestan, qahêmbûna îman û viyana netewê Îranê û ji ber viya amerîkî û kesên wan li navçê divê ku siyasetên xwe biguherin.

Başa dön tuşu