Fermandeyê giştî yê Hêzên Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê serdar serleşker pasdar Husên Selamî duh li merasimekê li Tehranê got: Dijmin dixebitin pirsgirêkên zav yên wek fitne û serhildan û aloziyê ji Îrana Îslamî re çê ke , lê netewê mezin ê Îranê bi agahiya tam gişt pîlanên wan ên qirêj bê encam dikin.
Fermandeyê giştî yê Hêzên Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê herwiha got: Xelk baş dizanin ku dijmin dixwazin gel xwe li ber wan bitewîne, dijmin dixwazin Îranê paş bêxin, belengazî û nedariya gelêrî çêkin û Îrana Îslamî bê ewleh bikin û ji bo viya her karekî dikin.
Selamî herwiha got: Zextên herî zêde yên dijminan dibe sedema rawestan, qahêmbûna îman û viyana netewê Îranê û ji ber viya amerîkî û kesên wan li navçê divê ku siyasetên xwe biguherin.