IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Ger ku Artêşa Tirk têkeve Iraqê wê berdêla wê bide

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got ger ku Artêşa Tirk bêyî destûra Iraqê midaxleyeê Mûsilê bike, ew ê wek êrîşa li hemberî welatê xwe qebûl bikin û ew naxwazin bi Tirkiyeyê şer bikin lê ew ê xwe biparêzin.

Ebadî vê êvarê bi şandeke Tilefarê re hevdîtin kir û di wê hevdîtinê de got, “hezên me yên qehreman wê di demeke kin de Tilefarê bigire û serfiraziya me wê li hemberî hemû xeraban serfiraziya hemû başan be.”

Heyder Ebadî diyar kir ku ew naxwazin bi Tirkiyeyê re şer bikin û got, “Ger ku di navbera du welatên cîranên hevdu de şer biqewime, di vî şerî wê kara her du welatan jî tune be.Wê herdu welat jî zirarê bibîne. Loma en şer naxwazin.”

Ebadî got, “Hinek îdia dikin ku Iraqî ne lê her tim Tirkan li hemberî me sor dikin û dixwazin her du dewletan bera hevdu didin.” Ebadî wiha berdewam kir:

“Me bi Tirkiyeyê re qenalên dîplomatîk vekirin û ji bo sarkirina mijarê me diyalog danî. Bi vê wesîleyê me dît ku hinek agahiyên derew radigihînin. Yekane armanca wan ew e ku Tirkiyeyê bajo nava qeyranê. Heta niha ji bo ku em peşiyê li şerê bi Tirkiyeyê re bigirin,me gelek ked da. Xwedê neke, ger ku Hêzên Artêşa Tirk têkevin Iraqê wê berdêla vê yekê bidin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu