İslami Davet Kurdi Bange İslami

Neteweyên Yekbûyî amarên nû yên koçberên Mûsilê aşkere dike

Komsyona Bilind a Neteweyên Yekbûya bo karûbarên koçberan ragehand ku, hejmara welatiyên bajarê Mûsilê ji destpêka operasyonan ve giheştiye 630 hezar koçberî.

Îro, roja Înê 12.05.2017 Berdevê Komisyona Bilind a Neteweyên Yekbûyî bo karûbarên Penaberan li Cunêvê ragehand ku, metirsiya li ser welatiyên bajarê Mûsilê di asta xwe ya herî bilinde ye, da zanîn ku, rêjeya koçberiyê ji wî bajarî kêmnebûye.

Li gor amarên nû yê Komisyona Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya karûbarên Penaberan hejmara welatiyên bajarê Mûsilê ji destpêka operasyonan ve giheştiye 630 hezar koçberî, herwiha tekez kirk u, nebûna xizmetguzariyan rewşa jiyana wan dixe metirsiyê de. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version