NûçeCîhanRojhilatanavin

Neteweyên Yekbûyî Daxwaza Rakirina Çekên Nukleerî yên Tel Avîvê dike

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî biryarek derxist û ji Tel Avîvê xwest ku çekên xwe yên nukleerî bide aliyekî.

Ev biryar roja Çarşemê ji aliyê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve, bi 149 dengên erê li hember 6 dengên neyînî hat qebûlkirin.Nûnerên DYA, Kanada, Mîkronezya, Palau û Lîberyayê li ser vê biryarnameyê dengê neyînî dan. Herwiha Ukrayna, Hindistan û gelek welatên Ewropayê jî di nav de 27 welat ji vê biryarê dûr ketin.Berî vê yekê, Komîteya Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bi dengê erê ya 152 welatan, daxwaza jinavbirina çekên navokî yên Rêjîma Siyonîst û sepandina çavdêriya navneteweyî ya navendên navokî yên vê rejîmê ji aliyê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê ve kiribû.

Pejirandina vê pêşnûmeya pêşniyarkirî li Komîteya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di rewşekê de ye ku Rejîma Siyonîst tevî ku xwedî çekên navokî ye, tu carî nexwest bi fermî qebûl bike. Tel Avîv jî di nav çend endamên Neteweyên Yekbûyî de ye ku îmzekirina Lihevkirina Navokî (NPT) red dike.Ev pêşnûmeya ku bi pêşniyara Misirê pêşkêşî Lijneya Giştî hat kirin, bi dengên erê ya 152 welatan, bi dengên muxalefetê yên 5 welatan ku Kanada û DYA jî di nav de ne, bi dengên 24 welatên Yekîtiya Ewropayê jî dengên bêalî hat qebûlkirin.

Li gorî raporên navendên ramanê û dezgehên nûçeyan, tevî siyaseta “nezelaliyê” ya Tel Avîvê di derbarê çekên navokî de, tê texmînkirin ku ev rejîm di navbera 80 û 90 serikên nukleerî de hene (bi rastî, di navbera 200 û 400 de tê gotin).

Başa dön tuşu