Mafên MirovanNûçeRojhilatanavin
Li Pakistanê teqîn: 13 kuştî û 47 birîndar

Hat ragihandin ku li Pakistanê li qada bazarê teqînek pêk hat, li gorî amareyên destpêkê di encama teqînê herî kêm 13 hatin kuştin û 47 kes jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyên berdest, li bajarê Paraçinar a eyeleta Kurramê ku dikeve bakurê rojavayê Pakistanê li bazarê bombeyek teqîya. Di encama teqînê de herî kêm 13 kes hatin kuştin û 47 kes jî birîndar bûn. Li gorî zanyariyan li herêma teqînê zêdetir xelkê şîe dijîn.
Perpirsekî paye bilind ê pakistanî di axaftina xwe ya ajansa AFPê de ragihand ku êriş di encama bombeyeke ku di nava qaseya fêkî de hatibû veşartin de pêk hat. (BANGÊ ÎSLÂMİ)