CîhanEwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Li Amerîkayê hejmera binçavkirina penaberan ji sedî 38 zêde bû

Li Amerîkayê rêjeya binçavkirina penaberan zêde dibe û tenê di navbera 22ê Rebendan û 29ê Nîsanê de ev reqem zêdeyî 40 hezarî ye.

Li gorî doneyên Wekîlê Rêvebirê Îdareya Mihafiza Gumrik û Koçberiyê Thomas Homan di navbera 22ê Rebendanê û 29ê Nîsanê de hejmara kesên ku ji bo dersînorkirinê hatine binçavkirin li gorî salên borî ji sedî 38an zêdetir e û hejmar gihîştiye 41 hezar û 300 kesî. Li Amerîkayê di navbera 24ê Rebendan û 30ê Nîsanê de bi tawana ku li welat bi qaçaxî dimînin 30 hezar kes hatibû binçavkirin.

Di sala 2016an de kesên ku hatibûn binçavkirin û derheqê wan de hikmê edlî tunebû 4 hezar û 200 bû, lê îsal ev reqem duqat bû û gihÎşte 10 hezar û 800 kesî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu