NûçeRojhilatanavinSûriye

Neyarên dewleta Suriyê gotûbêjên aşitiyê talûq kirin

Grûpên neyar ên dewleta Şamê ji rawestandina gotûbêjên aşitiya tev dewleta Sûriyê li paytexta Qezaqistanê xeber dan

Li gor rapora telivîzyona Al-Alamê, grûpên neyarê dewleta Şamê bi vê îdiayê ku artêşa Sûriyê li navça Wadî Berdî û Qûta Rojhilatê û derûdora Hema û Derayê agirbes binpê kiriye gotûbêjên aşitiya tev dewleta Sûriyê li paytexta Qezaqistanê talûq kirin.

Grûpên neyarê dewleta Şamê piştî ragihandina vê biryara xwe pê êrişên xwe yên havanê êrişî ser du gundên Rebiye û Selhebê li derûdora Hemayê kirin û hema eşkera agirbes binpê kirin.

Li daxûyaniya ku birek ji grûpên çekdar yên neyarê dewleta Sûriyê ew îmza kirine îdia bûye ku dewleta Şamê û hevalbendên vê dewletê hîn jî êrişî ser pêgehên wan dikin û agirbesê binpê dikin.

Li dewama vê daxûyaniyê hatiye; Hetanî ku ev cure êrişane berdewamin, gotûbêjên aşitiyê yên ku qirar bû li Astaneyê paytexta Qezaqistanê bêne domandin, têne rawestandin.

Li vê daxûyaniyê îdia bûye ku Rûsiya wekî zaminê agirbesê pêbendî rêketinnamê nîne û tu zextûzorê nayîne ser dewleta Sûriyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu