İslami Davet Kurdi Bange İslami

Neyarên sûrî agirbes binpêkirin

Ajansa nûçeyan a Reuterd`ê îniyê ji zarê koma ser navê Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê, ji binpêkirina agirbesa nû ya li Sûriyê ji aliyê neyaran agahî da.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Reuters`ê, koma ser navê Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê, ku alûgorên li vî welatî dişopîne, ragihand ku neyaran hinekî piştî cihhatina hevhatina agirbesê, êriş birin ser pêgehekî dewleta Sûriyê li parêzgeha Hemayê û bi vî awayî li kêmtir ji du saetan ji destpêka vê hevhatina, agirbesê binpê kirin.

Eva li halekê ye ku Mihemed Reşîd, berdevkê koma neyar a ser navê Cêyş Ul  Nesrê îdia kiriye ku artêşa Sûriyê bi gullereşandina ser hin navçeyên li parêzgeha Idlibê ku bi parêzgeha Hemayê re hevsînor e, agirbesê binpê kiriye.

Agirbesa nû ya li Sûriyê, piştî şêwirînên giwaştî yên di navbera Rûsye û Tirkiyê de di navbera hêzên dewletî û komên neyar ên ku li peymanê de hebûn de û ji nîveka şeva buhurî ve bi cih hat. Hin medya ereb ên li navçê hin binpêkirinên agirbesê li parêzgehên Dera û Quneyterê jî ragihandin.

Di vî halî de li gorî raporan li gellek navçeyan pevçûn hjatine sekinandin. Reuters`ê herwiha ragihand: Ev agirbesa ku di rojên dawîn ên dewleta Barak Obama pêk hat, yekemîn karê dîplomatîk ê navneteweyî ya têkildarê Rojhilata Navîn di mideha bi dehan salên buhurî ye ku bêyî hebûna Amerîkayê pêk tê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version