NûçeRojhilatanavinSûriye

Êrişa têrorîstên DAIŞ`ê li derdora balafirgeha Dêrezorê li rojhilata Sûrîyê hat têkşikandinê

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, yekîneyên artêşa Sûrîyê li dewama opêrasyona têkbirina têrorîstên DAIŞ`ê li Dêrezorê, di encama opêrasyonekê da hejmarek cihên kombûna wan têrorîstan li deverên Meqabir, derdora şîrketa ceryanê, Mekbat û Cefrê têk birin.

Taxên Derabeldê û nexweşxana dewletê li vê deverê zêde ji 2 mehan in ku dikevin ber êrişên têrorîstan ên bi hawan û rokêtan ku di encamê da hejmarek welatîyên sûrî bûne gorî.

Çavkanîyeke leşkerî jî ragihand ku hêzên sûrî di encama vê opêrasyonê da îzgeha parvekirina kehrebayê û sîlûyên gênim li derdorên başûr û rojhilata Tedmurê li parêzgeha Humsê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad kirin.

Di encama vê opêrasyonê da hejmarek têrorîstên DAIş`ê hatin kuştinê û yan birîndar bûn û yên mayî jî ji deverê revîyan û hin maşînên bi plakên Erebistana Siûdîyê jî hatin têkbirinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu