IraqNûçeRojhilatanavin

Neyariya Heyder Ebadî tev derketina hêzên Heşda Şeibî ji bajarên mezine Iraqê

Serokwezîrê Iraqê roja îniyê destnîşankir: Li rewşa niha derketina hêzên Heşda Şeibî ji nav bajarên mezin mentiqî nîne ji ber ku dibe sebeba zivirîna terorîstên DAIŞ`ê bo nav van bajaran.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê , Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li hevdîtina tev qumandên hêzên Heşda Şeibî bilî qedrzaniya ji fîdakariyên van hêzan li şerê dijî terorîzmê got: Heşda Şeibî bizavekî nû bû ku bi saya fitwaya merceyê mezine şîeyên Iraqê pêk hat û bi mêrxasiyaxwe hêvî daye gelê Iraqê.

Ebadî destnîşan kir: Dewleta Iraqê hertim Heşda Şeibî pişkek ji dewletê û hêzên çekdare Iraqê dizane û li hemberî kesên ku dil hene derbê li rûveta Heşda Şeibî xwîne radiweste.

Vê dûmahîkê hindek ji partî û aliyên siyasî bi dû viyane ku bi zextûzora ser dewleta Bexdayê hêzên Heşda Şeibî ji navçe û parêzgehên bakûrî û rojavaya Iraqê derxînin.

Li vî halî xelkê van navçên ku hêzên Heşda Şeibî ewna ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad kirine, neyariya xwe digel derketina van hêzên Heşda şeibî ji navçên xwe dane diyarkirin.

Hêzên Heşda Şeibî anegorî qanûna ku li Parlimana Iraqê hatiye pejirandin, yek ji hêzên fermî û li bin fermandetiya giştî ya hêzên çekdar ên vî welatî ne.

Başa dön tuşu