ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Neyarîya Iraqê himberî daxûyanîya dijî Îranê ya Yekitîya Ereban

Serokomarê Iraqê dijberîya xwe himberî daxûyanîya civîna awarte ya Yekitîya Ereban a dijî Îranê ku li Mekkê hat lidarxistinê, nîşan da.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih nerazîbûna xwe himberî daxûyanîya dawîya civîna serokên welatên endamê Yekitîya Ereban ku têda Têhran bi hegera serederîya xwe li herêmê hatibû şermezarkirinê, nîşan da û got: Ewlehîya Îranê wekî welatekî cînar ku hemî hewla xwe jibo vekirina derîyê gotûbêjên avaker û retkirina şîdetê bi kar anîne, divê were parastinê.

Civata Hevkarîya Kendava Farsê di daxûyanîya dawîya civîna xwe li şarê Mekkê de, careka din buxtanên pûç dijî Îranê hilêxistin.

Di dawîya civîna Civata Hevkarîya Kendava Farsê de ku ligorî vexwendina Şahê Erebistanê Selman Bin Ebdulezîz li şarê Mekkê hat lidarxistinê de, welatên pişkdar xwestin ku pêşîya Îranê bê girtinê.

Başa dön tuşu