ÎranNûçeRojhilatanavin

Zengene: Bazara cîhanî nikare cihê vala yê nifta Îranê tijî bike

Wezîrê niftê yê Îranê got: Berhemanîna nifta Erebistanê û Rûsiyê niha di asta xwe ya herî zêde dî dîroka xwe deye û ev du welat zirûfeke zêdetir bona berhemanîna zêdetir û girtina cihê nifta Îranê tine ne.

 Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRIB News` ê, Bîjen Zengene, lawaziya Erebistan û Rûsiyê li warê berhemanîna nifta zêdetir û girtina cihê para Îranê sedema dilgiraniya  bazarê da zanîn û got: zêdekirina buhaya niftê  bandorê ser aboriya cîhanê dike.

Wezîrê niftê Îranê bal kişand  ser vê yekê ku  Erebistan bi zimhêrên xwe kariye navbera Gulanê heya  Îlona 2018an  rojê 500 hezar bermîlên  nifta Rûsiyê jî li meha Îlonê pêka  Gulanê 388 hezar bemîl di rojê de zêde bûye ku di asta xwe ya herî bilind de ye loma Rûsiye jî di demeke  kurt de bêyî xebitandian sermayê li pêşeyên  serdestê xwe nikare  ji viya zêdetir  berhemanîna xwe zêde bike.

Zengene li bara  xalifîna Erebistanê ji hevhatina   OPEC` ê li bara kêmkirina  berhemanîna   niftê destnîşan kir: Ev xalifîna bi zexta Emerîkayê ser taxima  desthilatdar cih hatiye.

Endamên  OPECê 22 Hezîrana 2018`an  li civîna  wezîrê niftê li Viyenayê biryar dan ku  kêmkirina  berhemanînê bi qasî  yek milyon û 800 hezar bermîlê li rojê hema wisa bimîne.

Başa dön tuşu