NûçeRojhilatanavinSûriye
Nêzî 160 kesî li Şamê hatin kuştin yan birîndarkirinê

Bi dehan zîyaretker di encama teqîneke têrorîstî li Şamê da şehîd an birîndar bûn.
Li gorî rapora kanala nûçan a Al-Alamê, di encama teqîna îro li devera Meqbere Bab ul Sexîrê ya Şamê da, herîkêm 40 kes şehîd û nêzî 120 kesî jî birîndar bûn.
Nûçegihanê kanala Al-Alamê ragihand ku pirranîya şehîd û birîndaran, zîyaretkir in. Ajansa nûçan a SANA`yê ji zarê fermandeyê polîsên Şamê ragihand: Di vê êrişa têrorîstî da, 2 bombe li nêzîkî Meqbere Bab ul Sexîrê li devera Bab Muselayê hatin teqandinê.
Televîzyona Meyadinê jî ragihand ku ev du bombe bi navbereke kurt li pey hev teqîyan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)